Biden bertek ji biryara Senatoyê ya Trump re nîsan da

14 February 2021 12:21 0 dîtin
Biden bertek ji biryara Senatoyê ya Trump re nîsan da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, bertek nîşanî biryara Senatoyê da ku ew bê tawan nîşan daye.

Biden got ku ew di wê baweriyê de ye Trump bi awayekî gelekî xirab erka xwe bi kar aniye.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, ji ber êrîşa 6 Çile ya alîgirên wî bi ser avahiya Kongereya Amerîkayê de, proseya ezilkirina wî hatibû destpêkirin û di senatoyê de ji bo Trump were ezilkirin pêwîstî bi 3/2yê dengan hebû ku Komaniyan bi dengên xwe nehişt Trump were dadgehkirin û ezilkirin.

Biden li ser vê yekê ragihand, ew ji wê biryara ku Trump bêguneh dibîne û tawanên wî pak dike şerm dike û diyar kir, vê beşa dîroka me nîşan daye ku demokrasî gelekî zîz e û divê her tim bê parastin.

Trump jî piştî biryara senatoyê diyar kir ku rêwîtiya wî ya ji bo “Amerîkayê bêhampa bike” nû dest pê kiriye û got, “Rojên pêş gelek tiştên bi we re parve bikim hene.”