Biden: Helwesta Netanyahu ya Xezzeyê sas e

10 April 2024 12:43 0 dîtin
Biden: Helwesta Netanyahu ya Xezzeyê sas e

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden rexneyên xwe yên li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dubare kir û kiryarên Îsraîlê yên li Xêza Xezzeyê bi “şaşî” pênase kir.

Joe Biden di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala Univision a spanî ya navendawê li DYAyê de helwesta rêveberiya Netanyahu ya li Xezzeyê nirxand.

Biden ji ber kiryarên wî yên li Xezzeyê Netanyahu rexne kir û got, "Ez wisa difikirim tiştê ku wî kir şaş bû. Ez nêzîkayiya wî ya li dijî Xezzeyê napejirînim."

Bîden bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ji bo agirbesta lezgîn a li Xezzeyê û destûr dayîna gihandina alîkariyên mirovî gavan biavêje.

Serokê DYAyê Joe Biden got: "Ti hincet tuneye ku alîkariyên mirovî yên wek dermanên tendurustiyê û xurek neyên bicihanîn. Divê demildest ev yek bê kirin.