Biden: Îsraîlê pêsniyara agirbesekî berfireh ji Hamasê re kir

31 May 2024 22:54 0 dîtin
Biden: Îsraîlê pêsniyara agirbesekî berfireh ji Hamasê re kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden ragihand ku Îsraîlê ji bo Hamasê pêşniyarekî din ya agirbesekî berfireh biriye. Biden got ku di teklîfê de 3 merhale hene û di pêvajoya ewilî de wê Îsraîl ji Xezzayê ji ciyê jîngehên qelebalix vekişe û hinek rehîneyan berde. Biden di axaftina xwe de got:

“Teklîf ji sê pêvajoyan pêk tê. Pêvajoya yekem wê 6 hefte dewam bike. Wê agirbesekî bi temamî çêbibe û wê Îsraîl leşkerên xwe ji ciyên qelebalix yên li Xezzayê vekişîne. Wê Fîlîstînî dagerin ser axa xwe. Eger hevdîtin ji 6 hefteyan derbas bibe, wê wextê agirbesê jî ew çend bê zêdekirin.

Piştî 6 hefteyan ku agirbes bi temamî biqede, ji bo derbasî pêvajoya duyem bibin wê muzakereyan bikin. Di pêvajoya duyem de wê rehîne bi temamî serbest bên berdan. Wê leşkerên Îsraîlê jî di nav wan de bin. Wê pevçûn bi temamî rawestin.

Di pêvajoya sêyem de xebatên avakirina Xezzayê ya ji nûh de destpêbike. Wê Hamas nikaribe êrîşekî weke 7ê Cotmehê bike. Tevî temamê zextên ser Îsraîlê ez dixwazim ku Îsraîl destekê bide vê pêşniyarê.”

Li ser mesela çekdarbûna Hamasê serokê DYAyê Biden weha dewam kir:

“Wê îznê nedin ku Hamas ji nûh de rake çekan. Ev peyman, peymana ku civakan ji nûh de divejînin û radikin ser lingan. Wê Îsraîl car din li herêmê bikeve nava civakê. Wê normalîzebûna têkiliyên bi Erebistana Sa’ûdiyê re dewam bike. Îsraîl mafê wî heye xwe biparêze. Maf heye kesên ji 7ê Cotmehê berpirsin teslîmê hûqûqê bikin. Eger Hamas li ser soza xwe nesekine, wê Îsraîl hereketa leşkerî dewam bike. Çi bikeve ser milên me em ê jî bikin. Ya rast ev tişteka girînge. Divê Hamas vê peymanê qebûl bike. Divê ji bo vê peymanê bang bêkirin.”