WP: Îsraîlê pêsniyara Serok Biden qebûl kir

21 May 2024 19:38 0 dîtin
WP: Îsraîlê pêsniyara Serok Biden qebûl kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê bisînorkirina operasyona Refahê de qebûl kiriye.

Analîstê Rojnameya Washington Postê David Ignatius daye xuyakirin, Îsraîl bi pêşniyara Biden li Refahê operasyona xwe sînordar dike û wê Hêzên Parastina Îsraîlê wê êrîşeke berfireh li dijî keleha dawî ya Hamasê li Refahê pêk neyînin.

Hate diyarkirin ku wê herwiha li ser pêşniyara Biden, operasyona Îsraîlê bi awayekî sînorkirî li keleha dawî ya Hamasê berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye, Şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan çend roj berê serdanê Tel Avîvê kiribû û li ser alternatîfên operasyona Refahê gotûbêj bi berpirsên îsarîlî re pêk anîbûn.