Bidenê ji pêsbirkê vekisiya navê ku pistgirî didê eskere kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi ragihandina vekişîna xwe ji pêşbirka hilbijartinê ragihand ku wî Cîgira Serok Kamala Harris wek berbijar pejirand û piştgiriyê dide wê.
Demek kin piştî ku Biden di posta xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de vekişîna xwe ji pêşbaziyê ragihand, wî li ser medyaya civakî peyamek parve kir.
Biden destnîşan kir ku di hilbijartinên 2020an da hilbijartina Kamala Harris wek namzedê Cîgira Serokomariyê biryara herî baş e ku wî daye û wiha got, "Îro ez bi tevahî piştgirî û erêkirina xwe didim Kamala ku bibe berbijarê partiya me."
Biden got, "Demoqrat, niha dema yekbûnê û (namzedê Komarî Donald) têkçûna Trump e."
Harris wê bibe namzedê fermî yê Demokratan heke ew têra xwe ji delegeyan di Kongreya Neteweyî ya Demokratîk de dengan bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin