Bloomberg ji hevrikiya seroktiyê vekisiya û pistgirî da Biden
PeyamaKurd – Milyarderê Amerîkî ku xwediyê medya Bloombergê ye û şaredarê berê yê New Yorkê Michael Bloomberg ji bernamzediya hilbijartinên serkotiya Amerîka vekişiya.
Bloomberg 3 meh berê ragihandibû ku ew dê ji bo tekbirina Donald Trump di hilbijartinên seroktiyê de bibe namzed û îro jî car din got, ew dîsa bi heman armanca têkbirina Trump ji hevrikiya hilbijartinên seroktiyê vedikişe û ew dê li dijî Trump piştgiriyê bide namzedê herî baş Joe Biden.
Joe Biden ku ji Partiya Demokratîk bernamzedê hilbijartinê seroktiyê ye, doh di pêşhilbijartinên Sêşema Super de li 14 eyaletan bi ser ketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin