Bloomberg bû bernamzedê seroktiyê: Nikarim 4 salên din bêehlaqîya Trump bikisînim

25 November 2019 00:08 0 dîtin
Bloomberg bû bernamzedê seroktiyê: Nikarim 4 salên din bêehlaqîya Trump bikisînim

PeyamaKurd – Milyarderê Amerîkî Michael Bloomberg ku şaredarê berê yê New Yorkê ye, ji partiya Demokratan li hemberî Donald Trump bernamzediya xwe ya hilbijartinên seroktiyê ragihand.

Bloomberg bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wî bi fermî bernamzediya xwe ya hilbijartinên seroktiyê ji Partiya Demokratan tomar kiriye.

Bloomberg got, "Ezê ji bo têkbirina Donald Trump û ji nû ve avakirina Amerîkayê ji bo seroktiyê têbikoşim.”

Bloomberg herwiha diyar kir ku êdî ew nikare helwestên bê ehlaqî yên Trump 4 salên din ragire û ziyaneke mezin Trump daye Amerîkayê ku heger careke din jî bi ser bikeve dê ziyana bide welat hîn zêdetir bibe.

Michael Bloombergê 77 salî bi serweta xwe ya 36 milyar dolaran yek ji herî dewlemendên cîhanê ye û bi bernamzediya wî re, heta niha 17 kesan ji Partiya Demokratan ji bo hilbijartinên 3yê Mijdara 2020an ên seroktiya Amerîkayê bernamzadbûna xwe ragihandine.