Biden: Min ji Netanyahu agirbest nexwest
PeyamaKurd – Zextên li ser siyaseta Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser Xezzeyê zêde dibe û ji Îsraîlê derbarê kêmkirina êrîşên li dijî sivîlan de tu encam nayê girtin.
Biden ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivîbû, têkildarî hûrgiliyên axaftina wan agahî neda. “Me sohbeteke veşartî kir. Min daxwaza agirbestê nekir."
Rojnameya The Washington Post ya Amerîkî, derbarê naveroka hevdîtina her duyan de îdiayek kir. Li gorî vê yekê Netanyahu ji Biden daxwazek kir. Wî xwest ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextê li Misrê bike da ku hin ji Xezzeyiyan bigire. Serok Biden bersiv da Netanyahu ku Misir "vê yekê wekî vebijark nabîne."
Hat diyarkirin ku Netanyahu ev daxwaz arasteyî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îngilistanê Rişî Sunak jî kiriye, lê belê bersiva neyînî dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin