Biden pakêta alîkariyê ya Ûkrayna û Îsraîl îmze kir
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden pakêta alîkariya derve ya 95 milyar dolarî îmze kir. Pakêt wek 61 milyar dolar alîkariya leşkerî ji bo Ûkraynayê û 26,4 milyar dolar jî ji bo Îsraîlê tê dabeşkirin. Beşek ji vê alîkariyê jî ji bo welatên din ên cîhanê yên wek Taywanê tê belavkirin.
Di civîna çapemeniyê ya ku li Koşka Spî hate lidarxistin de, Biden diyar kir ku bi îmzekirina pakêta ku ji hem ji Encûmena Nûneran û hem jî ji Kongreyê derbas bû û hat ser maseya wî, ew ê tavilê dest bi şandina alîkariyê bikin.
Biden diyar kir ku DYA bi qasî hevalbendên xwe bi hêz e û ew ê bi pakêta alîkariyê ya biyanî re ji Ûkrayna, Îsraîl û herêma Hind-Pasîfîk (Taywan) re alîkariyên gring bişînin û got: "Îro piştî çend demjimêran em ê ji bo Ûkraynayê dest bi şandina hin çek û amûr, cebilxaneyên parastina hewayî û maşînên zirxî bikin."
Biden destnîşan kir ku çekên ku ji bo Ûkraynayê bên şandin li DYAyê hatine hilberandin û ji ber vê yekê tevkariyeke cidî li hilberîneriya parastinê û çekan a DYA'yê kiriye.
Biden diyar kir ku ew ê li dijî Rûsyayê hem piştgiriyê bidin Ûkraynayê hem jî hilberînerên Amerîkî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin