Biden: Trump ji bo ewlehiya DYAyê xeteriyeke rasteqîn e
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nirxandina hilbijartinên serokatiyê de, di derbarê namzedê serokatiyê yê Partiya Komarî û Serokê berê yê DYAyê Donald Trump de got: "Ew ji bo ewlehiya DYAyê bi rastî metirsiyek e."
Biden di hevpeyvîna xwe ya li gel medyaya DYAyê de, nexneyên tund li Donald Trump kir û ew bi têkbirnina ewlehiya DYAyê tawanbar kir.
Serokê DYAyê Joe Biden di derbarê Trump de wiha got:
"Gotinên min di hişê xwe de bihêlin û temaşe bikin ku Trump di hilbijartinan de bi ser bikeve wê çi bibe. Ew xeteriyeke e. Ew, ji bo ewlehiya DYAyê xeteriyek rasteqîn e. Binêrin, em di dîroka cîhanê de di qonaxeke veguherînê de ne. Bi rastî em di qonaxeke wisa de ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin