Trump: Em bi ser nekevin Biden wê DYAyê parçe bike

26 May 2024 17:39 0 dîtin
Trump: Em bi ser nekevin Biden wê DYAyê parçe bike

PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump rexneyên tund li rêveberiya DYA ya serokatiya Joe Biden kir û angaşt ku "ger Joe Biden duyemîn car bibe serokê DYAyê, wê DYA parçe bibe."

Trump di axaftina xwe ya li Konferansa Partiya Azadîxwaz a Neteweyî ya li Washingtonê pêk hat de got: "Pêwîst e DYA ji xerabtirîn serokê dîrokê rizgar bibe."

Trump, serokê niha yê DYAyê Joe Biden wek "Metîngerekî bêqusûr" û "Serokê Gendeliyê" pênase kir û got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin. Eger em bi ser nekevin, metirsiya ku welat di 4 salan de li ser piyan nemîne peyda dibe."

Li DYAyê, tenê du namzedên du partiyan dikarin beşdarî hilbijartinên serokatiyê bibin. Biryar e ku di 5ê Mijdarê de li DYAyê, hilbijartina serokatiya vî welatî bê kirin. Di vê pêşbirkê de wê Serokê niha Joe Biden û Serokê berê Donald Trump têdikoşin.