Biden û Kazimî li ser rewsa siyasî ya Iraqê axifîn

31 August 2022 23:39 0 dîtin
Biden û Kazimî li ser rewsa siyasî ya Iraqê axifîn

PeyamaKurd – Nivîsîngeha serokwezîrê Iraqê ya Mistefa Kazimî ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden telefon kiriye ji bo Mistefa Kazimî û her dû lîder li ser rewşa dawî ya Iraqê û bûyerên dawiyê axifîne. Di axaftinê de Biden ragihandiye ku ew destekê dide Iraqekî desthilat û serbixwe.

Di axaftinê de Biden ji bo hêzên asayîşê yên Iraqê û rola wan ya di bûyerên dawiyê de bilind nirxandiye. Biden her weha ji Kazimî xwestiye ji bo Iraqê ji krîza siyasî derxe, ji xwe re nexşerêyekî destnîşan bikin û dest bi diyaloga netewî bikin.