Biden û rêberên din ên welatên G7 wê bi awayekî onlayn bi Zelensky re bicivin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û rêberên din ên welatên G7, wê roja Yekşemê bi awayekî onlayn bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re bicivin.
Li gor Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî diyar kir, civîna Biden û rêberên din ên welatên G7 û Zelensky, wê onlayn çêbibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Şerê Rûsya û Ukrayna di 24ê Sibatê de destpê kir, lê Moskow kiryarên xwe yên li Ukrayna wek operasyoneke taybet bi nav dike û welatên Rojavayî wan kiryaran wek dagirkirinê dibînin û li dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin