2 welatên din jî bi awayekî fermî tev li Schengenê bûn

01 January 2025 16:12 0 dîtin
2 welatên din jî bi awayekî fermî tev li Schengenê bûn

PeyamaKurd – Bi biryara Konseya Yekîtiya Ewropayê, Bûlxaristan û Romanya jî tev li Herêma Schengenê (Şengen) bûn û kontrola sînorên bejahî yên li ser sînorên her du welatan hatin rakirin. Bi vî awayî hejmara welatên endamên Schengenê bû 29.

Bi biryara ku Konseya Yekîtiya Ewropayê di 12ê kanûna 2024an de dabû, ji îro pê ve ket meriyetê û Bûlxaristan û Romanya jî li Schengenê hatin zêdekirin.

Her du welatên ku di sala 2007an de bûne endamên Yekîtiya Ewropayê yê û ji ber vetoyên welatên cuda yên YEyê zêdetirî 10 salan li benda endametiya Schengenê man, tevî ku di sala 2010an de hemû şert û mercên teknîkî bi cih anîbûn jî, ji sala 2022yan ve di vetoya Awistriyayê de asê mabûn.

Romanya û Bûlxaristan di adara 2024an de, bi qismî tev li Herêma Schengenê bûn û her çend kontrola li balafirgeh û benderên deryayî hat rakirin jî, ji ber vetoya Awistriyayê kontrola sînorên bejahî berdewam dikir. Awistriya ku ji ber metirsiya koçberiya neqanûnî ya ji 2 welatên cîranên Tirkiyeyê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve ji bo rakirina kontrola axê ne razî bû, lê dev ji nerazîbûna xwe berda.

Ji danê sibê ve kontrola li ser deriyên sînor ên bejayî hatin rakirin. Mirov bi serbestî derbas dibin.

Herêma Schengen yên ku endamên YEyê ne, ji van welatan pêk tê: Almanya, Awistriya, Belçîka, Xirvatistan, Çekya, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Yewnanîstan, Macaristan, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Holenda, Polonya, Portekîz, Slovakya, Slovenya, Spanya, Swêd û ji bilî Bulgaristan û Romanyayê, 29 welatan din jî li xwe digire ku ne di nav Schengenê de ne, wek; Liechtenstein, Îzlanda, Norwêc û Swîsreyê.