3 welatên Ewropayê dewleta Filîstînê bi fermî nas kir

28 May 2024 16:37 0 dîtin
3 welatên Ewropayê dewleta Filîstînê bi fermî nas kir

PeyamaKurd – Welatên Norwêc, Îspanya û Îrlandayê îro 28ê Gulanê bi fermî dewleta Filîstînê nas kirin û belgenameya wê îmze kirin.

Hersê welatan 22yê Gulanê ragihandibûn ku ew dê 28ê Gulanê dewleta Filîstînê bi fermî nas bikin.

Wezîrê Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide, 26ê Gulanê li Brukselê belgeya fermî ya pênasekirine dewleta Filîstînê pêşkeşî Serokwezîrê Filîstînê Muhammed Mistafa kiribû.

Her sê welatên Ewropayê bi daxuyaniyên nivîskî jî ragihandin ku wan dewleta Filîstînê bi fermî nas kiriye û dê li gorî wê danûstandinên dîplomatîk pê re bikin.