Ermenistanê bi fermî dewleta Filîstînê nas kir
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Ermenistanê, hikûmeta Ermenistanê bi fermî dewleta Filîstînê nas kir.
Wezareta Derve ya Ermenistanê daye xuyakirin ku ew bi fermî dewleta Filîstînê nas dikin.
Hate gotin, "Ermenistan dubare pabendbûna xwe ya bi hiqûqa navnetewî, wekheviya miletan û jiyana aştiyane piştrast dike û dewleta Filîstînê nas dike.”
Herwiha Ermenistanê, bangewazî kir ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî derhal agirbestê pêk bîne ku ew piştgirên çareseriya du dewletî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin