Norwêc: Em amade ne dewleta Filîstînê nas bikin

12 April 2024 18:11 0 dîtin
Norwêc: Em amade ne dewleta Filîstînê nas bikin

PeyamaKurd- Piştî welatê Îspanyayê Norwêcê jî amadebûna xwe bo naskirina dewleta Filîstînê ragihand.

Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Store, ragihand ku welatê wî amade ye cihê dewleta Filîstînê li nav Neteweyên Yekbûyî (NY) nas bike.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, ji bo naskirina dewleta Filîstînê derketiye gera du rojan a welatên Yekîtiya Ewropayê ku di wê çarçoveyê de serdana Norwêcê jî kir.

Di hevdîtina Sanchez û Jonas Gahr Store ya li Oslayê de, Serokwezîrê Norwêcê jî amadebûna welatê xwe bo naskirina dewleta Filîstînê ragihand û got, ew piştevaniya rêveberiya Filîstînê ya bi seroktiya Mehmûd Ebas û serokwezîrê wê yê nû dikin.