Japonya amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike

24 May 2024 20:00 0 dîtin
Japonya amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike

PeyamaKurd – Piştî welatên Îspanya, Norwêc û Îrlandayê ku 28ê Gulanê wê bi fermî dewleta Filîstînê nas bikin, Japonya jî amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike.

Wezîrê Derve yê Japonyayê Kamikava Yoko, li paytext Tokyoyê di civîneke rojnamevanî de ragihand, ew li Rojhilata Navîn piştevaniya çareseriya du dewletî bo Îsraîl û Filîstînê dikin.

Kamikava herwiha diyar kir ku ew ji bo naskirina dewleta Filîstînê li benda awayê birêveçûna proseya aştiyê ne. Herwiha Kamikava anî ziman ku ew dê daxwaza Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ya bo girtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant jî ji nêz ve bişopînin.

Heta niha ji 193 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî 139ên wan dewleta Filîstînê nas dikin ku 57 ji wan dewletên Îslamî ne.