Netanyahû: Ger Siûdî dewleta Filîstînê dixwaze bila li ser erda xwe de ava bike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, bersiv da Erebistana Siûdî ku proseya normalbûna bi Îsraîlê re bi mercê qebûlkirina dewleta Filîstînê ve girêda ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ku li Washingtonê ye, beşdarî Kanal 14 ya Îsraîlê bû derbarê rojevê de daxuyanî dan.
Netanyahû got, ger Erebistana Siûdî dewletê bo Filîstînê dixwaze bixwe dikare li ser erda xwe ava bike.
Herwiha Netanyahû destnîşan kir, “Damezrandina dewleta Filîstînê tê wateya serfiraziya Hemasê û ev jî têkçûn e ji bo Îsraîlê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin