Bîdonê benzînê teqiya: Lîstikvanê tîma futbolê ya Amûdê û hevjîna xwe can dan
PeyamaKurd - Li gundê Mêrîka Sîno yê Amûdê, bîdonê benzînê bi lîstikvanê tîma futbolê ya Amûdê Şêxmûs Hiso de teqiya û di encamê de wî û hevjîna xwe can dan.
Li gor zanyariyan, do bîdonê benzînê bi lîstikvanê tîma futbolê ya Amûdê Şêxmûs Hiso û hevjîna wî de teqiya.
Şêxmûs Hiso ku lîstikevanekî naskirî ye li navçeyê, tevî ku malbata wî hewil dan ji bo rizgarkirina jiyana wî û hevjîna wî, wan bişînin Başûrê Kurdistanê, lê herduyan jî di rê de ji ber giraniya birînên xwe can dan.
Pismamê wî Mesûd Hiso daye zanîn: “Saet derdora 01.00ê, ez ji ber deng hişyar bûm û ez çûm û dema gihîştim wê derê, rehmetî li erdê bû. Min ew xist otomobîlê. Di rê de bang li min dikir, ji ser hişên xwe neçûbû. Me gîhand Amûdê. Gotin bibin Qamişlo. Hevjîna wî jî anîn, ew jî hemû şewitîbû.”
Birayê wî Ciwan Hiso diyar kiriye: “Got, `ez ketim salonê, li wir bîdona benzînê hebû, min heste vêxist û agir destpê kir` Em bi aliyê Kurdistanê (Başûr) re axivîn, lê negîhişt wir, heta ji bo wesayîta din hat veguhastin, can da.”
Lîstikvanê tîma Amûdê Şêxmûs Hiso 2 zarokên kêmendam li pey xwe hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin