Tankêra benzînê teqiya: 50 mirî, 70 birîndar

02 July 2019 19:17 0 dîtin
Tankêra benzînê teqiya: 50 mirî, 70 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Nîjerya li eyaleta Benueyê tankêra ku benzîn vala dikir teqiya.

Li gorî nûçeyên medya herêmî di teqînê de herî kêm 50 kesan can daye ku heta niha termê 50 kesan hatiye dîtin û bêhtirî 70 kes jî birîndar bûne.

Berdevka Polîsê Eyaleta Benueyê Catherine Anene bûyera teqîna tankêrê piştrast kir û diyar kir ku lêkolîn derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin.