Benzînxaneyek dema misterî di dorê de bûn teqiya: 10 mirî, 65 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Beyda yê Yemenê benzînxaneyek teqîya. Di encama teqîna benzînxaneyê de ku mişterî lê hebûn, 10 kes mirin.
Li parêzgeha Beyda ya li naverasta Yemenê di encama teqîna benzînxaneyekê de 10 kes mirin û zêdetirî 65 kesan jî birîndar bûn.
Weşana Yemen Online ragihandiye, agirê teqîna li benzînxaneyê gihîşt 2 stasyonên gazê yên li kêleka hev û embarên bazirganiyê yên li derdorê jî.
Li gorî çavkaniyê di dema teqînê de mişterî li benzînxaneyê hebûn û hinek kesan bi zorê xwe rizgar kiriye. Heta niha sedema teqînê eşkere nebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin