Di destê wî de demançe teqiya û gule li birayê wî ket
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li taxa Reza xortekî 19 salî ku çapemenî navê wî tenê weka M.T daye, li malê bi demançê dileyîze û demançe bi qeza diteqe. Lê gule li qirika (gewrî) birayê wî dikeve. Li ser birîndarbûna birayê wî A.T.ji qirika xwe birîndar dibe.
Piştî bûyerê birayê ku di dest de demançe teqiyaye, telefona polîs û tîmên tenduristiyê dike. Piştî têmên tenduristiyê tên malê, mudaxeleya birîndar dikin û tedawiya ewilî li malê dikin. Paşî birîndar dibin nexweşxanê.
Polîs li malê lêkolîn dikin, kesê bi navê M.T. binçav dikin û ew dibin baregeha asayîşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin