Li nêzîkî cihê ku Donald Trump lê bû gule teqiyan
PeyamaKurd - Li wîlayeta Floridayê ya DYAyê, li nêzikî cihê ku namzedê Partiya Komarparêz ê Serokatiya DYAyê Donald Trump lê dima, dengê teqîna guleyan hat bihîstin.
Hat ragihandin piştî teqînê Donald Trump bi tendurist e.
Medyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li nêzîkî qada West Palm Beach a nêzîkî cihê ku Serokê berê yê DYAyê Donald Trump lê dima, gule hatin teqandin.
Direktorê Kampanyaya Ragihandinê ya Donald Trump, Steven Cheung da zanîn ku piştî gulereşandinê Trump di ewlehiyê de ye.
Steven Cheung diyar kir ku heta niha di derbarê teqîna guleyan de ew negihîştine ti agahiyan.
Li gorî medyaya DYAyê, kes an kesên ku gule berdane hatiye desteserkirin
Trump di 13ê Tîrmehê de, di dema mîtînga Pensylvaniayê de rastî hêrişeke çekdarî hatibû û ji guhê xwe birîndar bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin