Rêveberiya polîsê Hewlêrê: Bombeya destî di dema helandina hesinên kevin de teqiya ye

22 December 2021 11:41 0 dîtin
Rêveberiya polîsê Hewlêrê: Bombeya destî di dema helandina hesinên kevin de teqiya ye

PeyamaKurd – Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek di derbarê teqîna do êvarî ya nav kargeha hesin a Kewirgoskê de belav kir u da zanîn: ‘‘Bombeya destî di dema helandina hesinên kevin de teqiya ye.’’

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: ‘‘Piştî îro hêzên rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê hat agahdarkirin ku xwedê giravî bombeya destî di kargeha hesin a Kewirgoskê de teqiye, demildest tîmên beşa polîsê Xebatê binkeya polîsê Kewirgoskê gihîştin cîhê bûyerê û derket ku ew bombeya destî di dema helandina hesinên kevin de teqiya ye.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘‘Ji ber teqînê, karkerekî bi navê Nayîf Şabaz Çavşîn ê temen 45 salî, can daye û karkerekî din ê bi navê Samir Îsmaîl Teha jî birîndar bûye. Cenazeyê karkerê can dayî ji bijîşkê dadî re hatiye şandin û kesê birîndar jî ji nexwaşxaneyê re hatiye veguhestin.’’

Herwiha polîsê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku niha hêzên Polîs mijûlî lêkolîna sedemê bûyerê ne.