Dema bîranîna jenosîda Êzidiyan bombe bi otomobîla Hêza Êzidxanê de teqiya
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Tebaxê li Şingalê bombe bi otomobîleke Hêza Êzidxanê de teqiyaye ku ti ziyanên canî çênebûne.
Fermandarê Hêza Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ragihand ku bombe bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê teqiyaye ku ti ziyanên canî çênebûne.
Heyder Şeşo da da zanîn, dema ew ji bo bîranîna salvegera jenosîda Êzidiyan li leşkergehê bûn, bombeyek bombeya ku berê hatibû bicihkirin bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê de teqiyaye, lê belê di teqînê de ti ziyanên canî çênebûne.
Şeşo da xuyakirin, berî heşt salan Êzidî hatin jenosîdkirin, lê belê heta niha bandora wê jenosîda maye û berdewam e, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir yê Êzidiyan nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin