Li Lubnanê tankêra sotemeniyê teqiya: Herî kêm 20 mirî û 79 birîndar hene

15 August 2021 11:21 0 dîtin
Li Lubnanê tankêra sotemeniyê teqiya: Herî kêm 20 mirî û 79 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bakurê Lubnanê şevê din tankêreke sotemeniyê teqiya.

Xaça Sor a Lubnanî li ser twitterê ragihandiye ku şevê din li bajarokê Tilîl ê navçeya Ekar a li bakûrê Lubnanê, di encama teqîna tankêreke sotemeniyê de, herî kêm 20 kes mirin û 79 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan dema teqînê sotemenî li welatiyan dihat belavkirin û li cihê teqîn çêbûye bi qasî 200 kes hebûn.

Hat ragihandin ku Xaça Sor li cihê bûyerê lêkolînên xwe berdewam dike û birîndar jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Lubnanê krîzeke mezin a sotemeniyê heye û hikûmetê ragihandibû ku ew ê dest deynin ser tankên sotemeniyê.