Tankêra petrolê teqiya û 15 kes mirin
PeyamaKurd – Li eyaleta Enugu ya Nîjeryayê tankerekî petrolê teqiya û di encamê de 15 kes mirin. Di nav miriyan de 3 heb ji wan zarokin. Her weha ji ber teqînê gelek kes birîndar bûn û 6 erebe zerarê dîtin.
Li Nîjeryayê gelek caran tanker diteqin an diqelibin û kesên dixwazin petrola di tankêrê de ji xwe re bibin bifroşin, ber bi tankêrê de diçin û di teqînê de gelek kes dimrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin