Tankêra petrolê teqiya û 57 kes mirin

10 August 2019 17:32 0 dîtin
Tankêra petrolê teqiya û 57 kes mirin

PeyamaKurd- Li rojhilata welatê Tanzanyayê li bajarê Morogoroyê ku ji payîtexta Tanzanya Daruselamê 200 km dûre, tankêreka petrolê teqiya û di encamê de 57 kes mirin. Serê sibê tanker qezayek kiribû û ji tankêrê petrol diherikî. Gelek kes li dora tankêrê civiyan da petrola ku jê diherika ji xwe bi bidon û tenekeyan bidin hev da bo xwe bibin malê an bifroşin. Tam di dema ku gelek kes li dora tankêrê kom bûn, tanker teqiya û di encamê de 57 kes mirin.

Komîserê polîsan yê herêmê Steven Kabwe, bo tv ya herêmê bo Azam TV yê ragihand ku di teqînê de 57 kes mirine û gelek kes birîndar bûne. Birîndaran şandine nexweşxaneyan bo tedawiyê.