Îsraîlê êrîsa herî mezin bir ser Lubnanê û tê gotin ku Nasrallah bi zahmetî ji êrîsê rizgar bûye

27 September 2024 20:33 0 dîtin
Îsraîlê êrîsa herî mezin bir ser Lubnanê û tê gotin ku Nasrallah bi zahmetî ji êrîsê rizgar bûye

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li dilê Hîzbûllahê xist. Êrîş piştî serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di Neteweyên Yekgirtî de axifî û ji aliyê hinek layan de hat protestokirin, Îsraîlê li Lubnanê li Nahiye, li baregeha Hîzbûllahê xist.

Hat ragihandin ku serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah bi zahmetî ji êrîşê rizgar bûye. Piştî êrîşê li pey hev teqîn çêbûn, avahî hilweşiyan ser hev û tê gotin ku di êrîşê de gelek kes mirine.

Çavkaniyên Lubnanê dibêjin ku ji roja êrîş destpêkiriye heya niha, Îsraîlê êrîşa herî mezin kiriye. Hat gotin ku di êrîşê de 10 heb teqîn çêbûne. Ajansa fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku li devera Dahiye li taxa Hureykê gelek êrîşên hewayî pêkhatine.

Çapemeniya Îsraîlê dibêje ku di bombebarana Lubnanê de serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah kirine hedef û hindik mabû Hasan Nasrallah bikuştin.