Li Duhokê agir bi tankêra petrolê ket û teqiya: 12 birîndar hene

06 November 2022 01:42 0 dîtin
Li Duhokê agir bi tankêra petrolê ket û teqiya: 12 birîndar hene

PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê di navbera bajarê Duhokê û Fayde de, tankêra petrolê wergeriya û agir pêket. Paşî jî tanker teqiya. Li gor zanîna niha, ji ber teqînê 12 kes birîndar bûne. Berpirsê tîma 122 an ya tîma rewşê ya Duhokê Heysem Berbiharî ji bo Rûdawê gotiye:

“Heya niha ji ber teqîna tankêrê 12 kesên birîndar bûne wan birine nexweşxanê. Berya teqînê ji ber şewatê me ajotvanê tankêrê ji bo dermankirinê şand nexweşxanê. Tîmên me yên rizgarkirinê ji ber teqînê bandorê dîne.”

Li ser mijarê serokê daîra parastina sîvîl û rizgarkirinê Zerevan Abdullah jî ragihandiye ku niha agir xistine bin kontrola xwe û talûke nemaye.

Bûyera wergerîna tankêrê vê êvarê siet di 19.30an de çêbûye. Paşî agir bi tenakêrê ketiye û piştî wê teqîn çêbûye.