Xeta petrolê ya Parzacikê teqiya û agir pêket
PeyamaKurd – Li bajarê Mereşê li navça Pazarcikê li taxa Narli yê xeta petrolê teqiya û paşî agir bi petrolê ket. Sedema teqînê nehat zanîn. Piştî agir bi petrolê ket, şewat ket ser rêya Mereş û Entabê. Li ser agirvêketina petrolê, ji bo ciyê bûyerê gelek tîmên îtfaiyê û ambûlans hatin şandin. Rê ji her dû aliyan ve hat girtin.
Parêzgerê Mereşê Ömer Faruk Coşkun ragihand ku piştî teqînê agir bi petrolê pêketiye. Coşkun weha got:
“Sedema teqînê diyar nîne. Petrol hat rawestandin. Niha mudaxeleyê agir dikin. Bandora şewatê kêm bû. Ji ber petrol heye, mudaxele bi hezir têkirin. Niha talûka agir ji bo jîngehan tine û kes nemiriye. Înşallah wê tîmên me di demekî nêzde agir vemirînin. Xebata me dewam dike.”
Şaredarê navça Pazarcikê İbrahim Yılmazcan got ku tîmên îtfaiyê şandine ciyê bûyerê û weha dewam kir:
“Ciyê bûyerê ji navça ma 17-18 km ye. Temamê tîmên me li deverê ne. Em serdestê bûyerêne lê dibe şewat heya sibê dewam bike. Nêzî jîngeha Narliyê ye. Tirsa me ew e ku bigihê jîngehan. Temamê tîmên me li herêmê dixebitin. Ji bajarê Entabê destek tê. Şertên hewayê karê me dixe zorê. Sipasiya temamê tîmên me dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin