Riha | Xeta veguhastina petrolê ya Botasê teqiya
PeyamaKurd – Xeta veguhastina petrolê ya Botaşê ya li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, teqiya.
Li gor zanyariyan, di xeta veguhastina petrolê ya Êlih-Dortyolê de ya ser bi kompanyaya Botaş a Tirkiyê de, ji ber sedemek nediyar teqînek çêbû.
Boriya petrolê, di 10 kîlometreya navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ve teqiyaye û petrola ku ji boriyê diherike, ji cihê teqî ve ber bi esman ve bilind dibe.
Herwiha petrol li zeviyên derdorê jî belav bûye û ji ber kombûna petrolê, zirar gihîştiye zeviyên çandiniyê yên derdorê.
Tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ber bi cihên bûyerê ve diçin û ji ber egera teqîneke din tedbîr girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin