Xeta petrolê ya Kurdistanê û Tirkiyê di vê heftê de ji bo sandina petrolê amade ye

04 October 2023 00:34 0 dîtin
Xeta petrolê ya Kurdistanê û Tirkiyê di vê heftê de ji bo sandina petrolê amade ye

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku bi hesêb îro borûya petrolê ya Xeta Kerkûk û Ceyhanê ji bo petrola Kurdistanê amade ye û dê di nava hefteyê de dest bi xebatê bike. Wê rojane 500 hezar varêl petrolê bide bazarê.

Bayraktar ragihandina xwe di konferansa fûara petrolê ya Abû Dabiyê de da. Xeta petrolê bi sedema erdheja 6ê Sibatê heya niha tamîra wê dihat kirin û hem pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûbû sedema rawestandina îxracata petrola Kurdistanê.