Mesrûr Barzanî bi wezîrê petrolê yê Tirkiyê Bayraktar re li ser petrola Kurdistanê civiya

24 August 2023 22:12 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi wezîrê petrolê yê Tirkiyê Bayraktar re li ser petrola Kurdistanê civiya

PeyamaKurd – Di çarçova seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re wezîrê petrolê û çavkaniyên xwezayî Alpaslan Bayraktar li Hewlêrê li ser mijara petrola Kurdistanê û wekî din got ku hedefa wane gelek projeyan birêkbixin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî got ku petrola Kurdistanê ji nûh de îxrac bibe gelek girînge û li ser îxracata petrolê li hev kirine. Bayraktar tevlî civîna di navbera Hakan û Mesrûr Barzanî jî bû. Bayraktar ragihandina xwe di ser hesabê medya civakî Twitterê an ku X ê de kir. Bayraktar got:

“Di serî de di mijara enerjiyê de û mijarên rojane de ji bo hevkariyê em li Erbîlê ne. Hedefa me bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re ji petrolê heya xaza xwezayî, di temamê sehayên enerjiyê de projeyên ku wê destekê bide ewlehiya erza bazara me, me kir armanc.”

Li ser mijarê serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Bayraktar re di ser hesabê xwe yê X ê de weha got:

“Bi wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî Alpaslan Bayraktar re îro li Hewlêrê civîneka me ya baş çêbû. Em bûn hemfikir ku petrola Kurdistanê di rêya Ceyhanê de ji nûh de biherike. Me her weha behsa hevkariya enerjiyê ya bi Tirkiyê re û rêyên zêdekirina bazirganiya duqolî kir.”