Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mesrûr Barzanî pîroz kir

11 July 2019 09:45 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî li gel Mesrûr Barzanî encam da û pîrozbahiyên xwe bi boneya avabûna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî bi 88 dengan weke Serokwezîr û Qubad Talebanî jî bi 73 dengan weke Cîgirê Serokwezîr hatin hilbijartin.

Mesrûr Barzanî piştî mitmane û sondxwarina yasayî, gotarek pêşkêş kir û karnameya xwe û kabîneya xwe weke Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Me plan û armancên xwe di çarçoveya bernanmeyeke kar de rêkxistine ji bo xizmeta welatiyan, ku dê bibe nexşerêyeke giştî û sereke ji bo me di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”