Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê li ser êrîsan axifîn

15 April 2021 09:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê li ser êrîsan axifîn

PeyamaKurd – Di derbarê êrîşên do bi şev ên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li Başîqayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi rêya telefonê axifîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, do bi şev pêwendiyeke telefonî encam dan û êrîşên li Hewlêr û Başîqayê gotûbêj kirin.

Her du aliyan bi awayekî herî tund êrîş şermezar kirin û dan zanîn, ew ê ji nêz ve di pêwendiyê de bin û lêkolînên li ser êrîşan jî berdewam in.

Do bi şev, êrîşek li dijî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Wezaretê herwiha eşkere kir, tu ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî derketine holê û ji bo diyarkirina cihê hatine dronê lêkolîn berdewam in.