Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar re civiya

19 February 2022 12:51 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar re civiya

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do êvarî li bajarê Munich ê Almanyayê, bi Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar re civiya.

Li gor zanyariyan, her du aliyan di civînê de li ser rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin.

Herwiha tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera her du aliyan ji bo seqamgîriya aştî û asayîşa navçeyê kirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya.