Xeta petrolê ya nav herdu welatan, dest pê dike

02 October 2023 15:00 0 dîtin
Xeta petrolê ya nav herdu welatan, dest pê dike

PeyamaKurd- Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar diyar kir ku ew ê vê hefteyê, xeta petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê ya ku ji ber erdheja 6ê Sibatê li navenda Mereşê zirar dîtibû, bidin destpêkirin.

Alparslan Bayraktar, di rûniştina vekirina Fûar û Konferansa Petrolê ya Navneteweyî ya Ebû Dabiyê ya paytexta Îmaratê hat lidarxistin de axivî.

Bayraktar diyar kir ku Tirkiye ji demeke dirêj ve ji bo petrol û gaza xwezayî rêyeke pêbawer e û got ku ji îro pê ve rojane 2 milyon bermîl petrol di tengava Tirkiyeyê re derbas dibe û xeta boriya petrolê ya Iraq ûTirkiyeyê nêzîkî 45 sal in çalak e. Rojane 500 hezar bermîl petrol heye û daxuyaniya xwe bi vî awayî da:

"Xeta neftê ya Iraq-Tirkiyeyê ji îro pê ve amade ye. Em dê vê hefteyê vê xetê bidin destpêkirin. Piştî ku xeta boriye dest pê kir, dê 500 hezar bermîl petrol ji bazarên cîhanî yên petrolê re were şandin.