Di nav artêsên herdu welatan de xeta berevaniyê hat çêkirin
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina hikûmeta Japonyayê, di navbera artêşa Japonî û Çînê de xeta parastinê ya awarte hat avakirin.
Hikûmeta Japonyayê ragihand ku li hember rewşên nediyar, di navbera artêşa Japonya û artêşa Çînê de xeta berevaniyê ya awarte hatiye avakirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Japonyayê ve hat dayîn, ji bo ragihandina ewlehiyê di navbera artêşên herdu welatan de li hember rewşên neçaverêkirî, di nav de pevçûnên qezayî, xeteke parastinê ya awarte hatiye avakirin.
Hat zanîn ku "Xeta Alîkariyê ya Di Navbera Desthilatdarên Parastinê yên Japonî û Çînê de" ket operasyonê da ku karbidestên berevaniyê yên bilind ên herdu welatan peyda bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin