Herdu welatan, dest bi dan û stendinên berevaniyê kirin

10 January 2023 17:30 0 dîtin
Herdu welatan, dest bi dan û stendinên berevaniyê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji ber ku Tirkiye û Macarîstan di pejirandina endamtiya NATOyê de Swêd asteng kir, dê Swêd hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re di warê berevanî û ewlehiyê de kûrtir bike. 

Hat diyarkirin ku hikûmeta Swêdê ragihand ku wan ji bo peymana hevkariya berevaniya bi Amerîkayê re dest bi danûstendinan kiriye.

Ji aliyê Wezareta Berevaniya Swêdê ve hat ragihandin ku peymaneke hevkariya berevaniyê dê çarçoveyek qanûnî ji bo hebûna hêzên Amerîkî li Swêdê çêbike û ji ya ku endamtiya NATOyê hêsan dike hevkariyek dualî ya nêzîktir bike.

Her wiha di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku "Amerîka hem di warê dualî û hem jî di nav NATOyê de hevparê herî girîng ê ewlekarî û berevaniyê yê Swêdê ye."

Piştî şerê navbera Rusya û Ukraynayê, Swêd a ku ji ber tirsa êrîşeke muhtemel a Rusyayê, bi cîrana xwe Finlandiyayê re serî li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) a bi pêşengiya Amerîkayê da lê ji ber şert û mercên ku hatine danîn li benda erêkirinê ye.