Li Rojava agir xeta petrolê ket

10 March 2020 19:50 0 dîtin
Li Rojava agir xeta petrolê ket

PeyamaKurd – Hat ragihandin nêzî gundê Tel El-Lehim ê rojavayê Til Hemîsê agir bi boriyeke petrolê ketiye û ji ber wê jî metirsî di nava xelkê deverê de çêbûye.

Hat zanîn îro di saetên sibê de agir bi boriyeke petrolê ya li nêzî gundê Til El-Lehim ê bajarokê Ukaz û derdora wê ket.

Hêzên Ewlekariya Hundrîn û hêzên Hewarî berê xwe dane cihê bûyerê û tîmên agirkujiyê yên Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya bajarê Qamişlo agir vemirandin.

Hat diyarkirin ku ji ber herikîna petrolê ji hin xetên petrolê agir derketiye.

Li gorî nûçeya ANHAyê Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîs Abdulrehîm El-Hadî diyar kir ku eger ev pirsgirêk çareser nebe dibe karesatekê çêbibe.

Xelkê herêmê bang li Desteya Enerjiyê kiriye ku çareseriyekê bibînin û nehêlin miqdarên zêde ji petrolê di xetan re biherike û xetan sererast bike.