Li Afxanistanê li ber mizgeftekê bombeyek teqiya: Gelek mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li Kabul a paytexta Afxanistanê do Înê li ber mizgeftekê bombeyek teqiya û di encamê de 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Kabulê Xalîd Zedran bûyer piştrast kir û diyar kir, teqîn dema ku mirov piştî nimêja Înê ji mizgefta sereke ya li taxa Wezîr Ekber Xan derdiketin pêk hatiye û got: “Tevahiya kesên hatine kuştin, sivîl in.”
Herwiha nexweşxaneya Îtalî ya rêxistineke xêrxwaziyê da zanîn, ji ber teqînê 14 kes hatine rakirin ji bo nexwaşxanê, ku 4 kes ji wan jixwe mirîbûn.
Zadran destnîşan kir, bombe di wesayita ku li ber mizgeftê rawestîbû de hatiye bicîhkirin û ji bo kesên berpirs werin darizandin lêpirsîn didome.
Amerîkayê jî teqîna mizgeftê weke "êrîşeke hovane" şermezar kir û diyar kir: “Êrîşek bi vî rengî ya dijî kesên ku pîvanên baweriya xwe pêk tînin, ne rewa ye. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û hêvî dikin ku birîndar zû baş bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin