Xaneqîn | Bombeyek teqiya: 3 kesan can dan
PeyamaKurd – Li bajaroka Culale ya ser bi navçeya Xaneqînê bombeyek teqiya û di encamê de 3 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, piştî nîvro li sinorê bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyale, bombeyek teqiya û sê kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Rêveberê Asayîşa Kokis Şemal Ebdulrehman di derbarê bûyerê de daye zanîn: “Li nêzî benda hevbeş a sinorê Şêx Bawe di navbera gundê Eluş û Ereb Ferec de bombeyek teqiya.
Di encama teqînê de du zarok û ciwanekî can dan û zarokek din jî birîndar bû.
Nehat zanîn ku bombe ji ber veguhestinê yan jî, ji ber pê lîstinê teqiyaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin