Li Kalkuta di baxçê mangoyan de bombe teqiya: 1 mirî û 3 birîndar hene

24 June 2023 23:22 0 dîtin
Li Kalkuta di baxçê mangoyan de bombe teqiya: 1 mirî û 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li payîtexta Bengal a Rojava, li Kalkutayê di baçê mangoyan de bombeyekî teqiya û di encamê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Di eyaletê de berya hilbijartinên cîh bûyerên weha zêde bûne.

Di eyaletê de, di meha tîrmehê de li hinek navçe û gundan hilbijartin dê bibin û bûyerên şiddetê zêde bûne. Di du hefteyên dawiyê de, di qewimandinan de 8 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li ser bûyerên şiddetê partiyên siyasî yên eyaletê hev sûcdar dikin.