Li Xurmatû bombe bi hêzên Pêsmerge de teqiya: 3 sehîd hene

17 November 2024 11:10 0 dîtin
Li Xurmatû bombe bi hêzên Pêsmerge de teqiya: 3 sehîd hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê sibehê li Pelkane ya nêzîkî Xurmatû bombeyeke vedayî bi karwaneke hêzeke hevbeş a Wezareta Pêşmerge de teqiya.

Di encama teqînê de, fermandarek û efserek û Pêmergeyekî din ê parêzvanê wan şehîd bûn.

Li gorî nûçeya BasNewsê, îro 17ê Mijdarê sibehê, li sînorê gundê Pelkane ya ser bi Xurmatû bombeyek di hêzeke lîwaya hevbeş a Pêşmerge de teqîya.

Di encama teqînê de Eqîd Saman Saber Silêman, Eqîd Mihemed û pêşmergeyekî din ê parêzvanê wan bi navê Şerîf şehîd bûn. Herwiha 3 leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn.

Lleşkerên birîndar û termên şehîdan ji bo nexweşxaneya Xurmatû hatin veguhestin.