Amêdiyê | Bombeya PKKê bi otomobîla Pêsmerge de teqiya: Pêsmergeyek birîndar bû

18 August 2021 14:21 0 dîtin
Amêdiyê | Bombeya PKKê bi otomobîla Pêsmerge de teqiya: Pêsmergeyek birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê bombeya çandî ya ku çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê li ser riya sivîlan û Pêşmergeyan danîbû bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya û Pêşmergeyek di encama teqînê de birîndar bû.

Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Li sînorê qezaya Amêdiyê çekdarên PKKê bombeyek li ser riya çûnûhatina Pêşmerge û xelkê sivîl çand, di encamê de bombeya çandî bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya, her çend e xweşbextane ziyanên canî jê derneketin, tenê Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.”

Birîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Dixwazin raya giştî û xelkê Kurdistanê agahdar bikin ku çendîn car e PKK van reftaran li sînorê erkê Pêşmerge dubare dike û herwiha karê têkderane encam dide, bi van reftaran metirsiyê li ser sînor û xelkê sivîl dirust dike.”