Li Silêmaniyê, êrîsî otomobîla PKKê hat kirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên herêmê ve hatin ragihandin, îro li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, dronekê êrîşî otomobîleke PKKê kiriye û hat ragihandin ku di encama vê rêrîşê de birîndar hene.
Li gorî ragihandina Rudawê, Qeymeqamê qezaya Çuwarta ya Silêmaniyê Şaho Osman agahiyên di derbarê êrîşê de dane û gotiye ku
“Nêzî demjimêr 13:30an, dronek li ser Pira Şêxel Marên a nêzîkî nahyeya Zelan a qezaya Mawet a Şarbajêrê, otomobîleke gerîlayên PKKê kiriye armanc û di encama vê êrîşê de gerîlayekî PKKê birîndar bûye û tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê.”
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Qeymeqamî ve hatin ragihandin, ji ber ku piştî bûyerê jî dron firîna xwe dewam dike, heta niha jî ew birîndar ji bo nexweşxaneyê nehatiye veguhestin.
Di nav agahiyên hatin dayîn de tê amajekirin ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin