Pêsmerge li Zînî Wertê bombeya ku PKKê çandibû pûç kir

22 August 2021 09:54 0 dîtin
Pêsmerge li Zînî Wertê bombeya ku PKKê çandibû pûç kir

PeyamaKurd – Beşa endezyarî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeya Rewanduz qezaya Zînî Wertê bombeya ku PKKê beriya niha li rê çandibû pûç kir.

Wezareta Pêşmerge derbarê mijarê de ragihand ku Beşa Endezyariya Leşkerî ya Hêza Pêştevaniyê Yek a Wezareta Pêşmerge li sînorê erkê Lîwaya 7 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge li devera Zînê Wertê ya nav sînorên navçeya Rewanduz a parêzgeha Hewlêrê karî bombeyeke TNT pûç bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, TNT di depoyeke 25 lîtreyî de hat hatibû danîn û 29 metro fitîl pê ve bû û ji bo teqînandinê hatibû amadekirin.  

Daxuyaniyê de hatiye gotin ku bombeya hatiye pûçkirin ji bo teqandinê amade bû û hemû delîlên hatine komkirin nîşan didin ku ew bombe ji aliyê PKKê ve hatiye danîn.