Mesrûr Barzanî: Ji bilî Pêsmerge tu hêzeke din li Zînî Wertê nehatiye bicihkirin
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û têde ragihand, “piştî hewlên serkeftî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di îdarekirina qeyranên li pey hev de, bi taybet vîrusa koronayê û rûbirûbûna gendeliyê, hewleke arastekirî li dijî hikûmetê dest pê kiriye ku piştrast im nikare rê li xwesteka hikûmet û xelkê bigire.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi bûyer û aloziyên li devera Zînî Wertê dike û dibêje, ji bilî hêzên hevbeş û yekgirtî yên Pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ti hêzeke din an hêza partiyekî li devera Zînî Wertê nehatiye bicihkirin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Pêwîst dike em li ser wan aloziyên ku têkildarî Zînî Wertê ji aliyê hin kesên neberpirsyar ve çê bûne, zelalkirinê bidin. Di destpêka rêkarên kontrolkirina navçeyên sînorî de ji ber şewbeya koronayê, hejmarek qaçaxçî hewla anîn û birina çend kesan li vî sînorî dan, ku berovajiyê rênimayiyên tendirustî yên hikûmetê bûye.
‘Ji bo rêgirtin li binpêkariyan, Wezareta Pêşmerge hêzeke yekgirtî û hevbeş şande Zînî Wertê’
Jibo rêgirtin li binpêkariyan, wek gelek navçeyên din ên sînorî, Wezareta Pêşmerge hêzeke yekgirtî û hevbeş şande Zînî Wertê, lê belê mixabin di demekê de ku em li benda piştevaniya hemû aliyên di nava hikûmetê de bûn, grûpeke diyarkirî bi armanc û bi nefeseke hizbîtî, hêza xwe ya hizbî li hember hêza hikûmetê livand û bi aşkere li dijî hikûmetê rawestiyan, bi hinceta ku goya ew sînor, sînorê partiyekî diyarkirî ye û hikûmeta herêmê nikare hêzên hevbeş têde bicih bike û bo vê mebestê jî ketine çêkirina tometan û tevlihevkirina mijarên ne di cih de û nepeywendîdar.”
‘Hikûmet bixwe biryar dide ku li kîjan navçeyên Herêma Kurdistanê hêzan bicih bike’
Di berdewamiya peyamê de, Seorkwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser mafê hikûmetê ji bo bicihkirina hêzên hevbeş li her navçeyeke Herêma Kurdistanê dike û diyar dike: “Hêzên hevbeş û yekgirtî, hêzên hikûmetê ne û hikûmet bixwe biryar dide ku li kîjan navçeyên Herêma Kurdistanê hêzan bicih bike. Ew hêzên hevbeş bêyî ti hesasiyetekê li hemû parêzgehên herêmê hatine bicihkirin, lewma li vir em vê pirsê li berdem raya giştî ya Kurdistanê dikin, ku çima û bi çi armancekê tenê dijatiya çûna hêzên hikûmetê bo Zînî Wertê tê kirin?”
Mesrûr Barzanî spasiya wan kesatî û hêzên siyasî dike ku derbarê rewşa niha de dilgiraniya xwe anîne ziman û wiha berdewam dike: “Li vir ji hemwelatiyên xweştivî re tekez dikim ku ji bilî Hêza Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve, ti hêzeke din a partiyekî din li Zînî Wertê nehatiye bicihkirin. Herwiha di demekê de ku em spaisya wan hêzên siyasî dikin ku nîgeranî û xemxoriya xwe li hember vê rewşa nexwestî anîne ziman, em daxwaz ji wan dikin ku biryar û desthilatên hikûmetê li gel partiyekê nedin ber hev, benderwaiya me ji wan ev e ku piştevaniya hewlên hikûmetê bikin bo cîbicîkirina yasa û nehîştina desthilata nebepirs û grûpên çekdar ên bin desthilata şexsî, daxwaz ji wan dikim biryarên hikûmetê wek biryarên hizbê nebînin û ferzkirina yasayê wek milmilaniya hizbî nehesibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin